SILÊMANIYE
Serokê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa li Silêmaniyê di mitînga li qada li ber Girê Zergetê bangî hilbijêran kir û da zanîn ku 4 sal berê bi vîna gel derketin holê. Noşîrvan Mistefa got ku Tevgera Goran di têkoşîna li hember gendeliyê de bû dengê gel. Goran bi rayên we ava bû û nexşeya siyasî ya herêmê guherand.
Mistefa got ku wek partiya muxalefeta sereke pergala parlementoyê guherandin û wiha axivî: "Me maf û azadiya gelan bi têkoşîneke cuda parast. Me 4 sal berê çawa ku pergala parlementoyê guherand, em ê niha jî îqtidarê biguherînin. Ev guherîn jî tenê bi rayên we çêdibe. Hevalên me biryarek girtin, em ê ji muxalefeta siyasî ber bi îqtidareke adil bimeşin."
Mistefa di axaftina xwe ya kurt de bal kişand li ser nîqaşên hilbijêrên sexte û da zanîn ku heke dengdayîn zêde bibe dê rê li ber sextekariyê bigirin. Mistefa diyar kir li bendê ne ku gel deng bide, biçe ser sidoqê û mafên xwe yên demokratîk bi kar bîne û ji hilbijêran jî xwest ku di hilbijartinan de bila ji bo guherînê deng bidin.
Noşîrvan Mistefa ji Yekîtiya Niştimanperwerê Kurdistan (YNK) veqetiya û bi dirûşmeya "guherînê" Tevgera Goran damezrand. Tevgera Goran di hilbijartina 25ê tîrmeha 2009an de yekem car hat hilbijartin û bi 25 parlementaran bû partiya sêyemîn ya di parlementoyê de. Goran bi taybetî li Silêmaniyê piştgiriyê dibîne û heyama borî bi taybetî bi muxalefeta xwe ya hişk ya li hember hikûmeta koalîsyona PDK û YNKê bal kişand ser xwe.