17 Hezîran 2016•Rojanekirin: 17 Hezîran 2016
SILÊYMANÎ
Der heqê Noşîrvan Mistefayê serokê Tevgera Goran a ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) serkêşiya mixalefetê dike de ji ber qeyda deng a tê îdiakirin ku aidê wî ye biryara girtinê hat derxistin.
Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî li Silêymaniyê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku dadgeha Hewlêrê der heqê Mistefa de biryara girtinê derxist.
Hecî got ku "Biryara girtinê ya ku der heqê Mistefa de hat dayîn ji aliyê dadgeha Hewlêrê û ewlehiyê ve hat derxistin. Em wek tevgera goran beyan dikin ku ev biryar qanûnî nîne û em bi awayekî eşkere dibêjin ku em vê dosyeya ku emrê girtinê hincet tê nîşandan jî qebûl nakin."
Hecî got ji roja ku tevgera wan hat damezrandin vir ve diparêzin ku saziyên edlî yên li herêma Kurdistanê serbixwe û bêyî ku di bin tesîra tu aliyê de bimîne bixebitin û wiha axivî:
"Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja ewil vir ve her dem astengî derxistiye ku dadger û dozgerên li herêmê serbixwe û bêtirs bixebitin. Îro dîsa Serokê PDKyê (Mesûd Barzanî) û hêzên ewlehiyê yên di bin kontrola wan de hewl dane îspat bikin ku saziyên edlî serbixwe nînin. Qeyda deng a tê îdiakirin ku yê Noşîrvan Mistefa ye bi temamî montaj e."
Hecî da zanîn ku dê îtirazî biryara dadgehê bikin û dê li benda biryara ku dê dadgeha temyîzê bide bimînin.
Di qeydên dengê yên ku di biryara dagehê de hincet tê nîşandan de tê îdiakirin ku Mistefayê serokê Goranê telîmat dide ku êrîşî qonsolosxaneyên welatan ên li herêmê bikin û ji bo xirakirina ewlehî û îstiqrarê telîmatan dide.
- Ji PDKyê daxuyaniya nivîskî
PDKya di bin serokatiya Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê jî daxuyaniyeke nivîskî da û îdiayên dibêjin ku li pişt biryara girtina Mistefa partiya wan heye red kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Bi sûcdarkirinên bêbingeh, operasyona nêrînê û xirabûna yekîtiya kurdan guherîn çênabe. Bi heman awayî bi tehdîdan jî guherîn çênabe. We berê jî nekarî ku hûn bi ser bikevin û ev di we de bû pirsgirêkekî derûnî. We di teşebûsên di 17ê sibatê, 23yê hezîranê û di 19ê gulanê de jî tu encam bi dest nexist. Bawer bin ku hûn ê îro jî tu encam bi dest nexin. Ji ber vê guherîna herî baş guherîna we bi xwe û bi vê hişmendiyê nekirina siyasetê ye."