Abdullah Tel
30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Em naxwazin bi Talibanê ra hevdîtinên aştiyê bikin. Dibe ku em rojekê vê bifikirin lê hê ji wê rojê ra pir heye."
Trump bi endamên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ra di şîva ji bo xebatê da hat bal hev.
Serokê Amerîkayê êrîşên terorê yên di rojên dawîn da li Efxanistanê diqewimîn şermezar kir û der barê wan da axivî û wiha pê da çû: "Bi hovî miletên xwe dikujin. Piraniya kesên tên kuştin jin û zarokên mesûm in. Ev tiştekî pir nemrûdî ye. Ew karê ku tu kesî nebiriye serî emê bibin serî. Em naxwazin bi Talibanê ra hevdîtinên aştiyê bikin. Dibe ku em rojekê vê bifikirin lê hê ji wê rojê ra pir heye. Emê karê ku pêwîst e biqede, bibin serî."