30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra bi têlefonê axivî.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan, Çavuşoglu û Lavrov îro bi têlefonê axivîn.
Herdu wezîr vê mehê di 12 û 17ê rêbendanê da jî li ser têlefonê axivîbûn û di çarçoveya amadehiyên civîna li ser Sûriyeyê ya ku îro li Soçiya bajarê Rûsyayê dest pê kir da di 19ê rêbendanê da li Antalyayê di civînê da hatibûn bal hev.
Çavuşoglu û Lavrov hefteya çûyî jî du caran li ser têlefonê axivîbûn û li ser geşedanên li Sûriyeyê, pêvajoya amadehiya civîna Soçiyê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê sekinîbûn.
Bi vî hawî herdu wezîr di nav mehekê da carekê li Antalyayê rû bi rû hatin bal hev, 5 caran jî bi têlefonê axivîn.