ekip
08 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2017
AFYONKARAHİSAR
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Dixwazin ku ji rojhilatê heta Behra Spî korîdoreke terorê çêkin, lê em mecbûr in ku vê korîdorê xerab bikin, em nikarin destûrê bidin vê yekê. Heke em destûrê bidin vê yekê, Kobaniyeke nû wê were serê me, bira li qusûrê mêze nekin. Em naxwazin Kobaniyeke nû were serê me û em nehêlin."
"Dil û milê me heya dawiyê li ber kesên ku ji me ra wê bibin dost, vekirî ye. Ez wê gotina me ya seba kesên ku neyartiya me dikin jî ji vir careke din dubare bikim, dibe ku şevekê em bêwext werin."
"(Întiqala ku dê li herêma bêpevçûniyê ya li Îdlibê bê kirin) Pêngava ku ji duh ve hat avêtin û pêvajoya ku ji îro ve tê tetbîqkirin niha berdewam e û bêyî ku tu pirsgirêk derkeve bi Artêşa Sûriyeya Azad re bi piştgiriya me xîreta wir niha bi awayekî sekan berdewam dike."
"Kî çi dibêje bila bibêje, çi difikire bila bifikire, emê desturê nedin ku Tirkiye bi tehdîdên çavkaniyên wan Sûriye û Iraq in ve bê dorpeçkirin."
"Fikr û xebata alimên me yên muteber jî nîşan dide ku rêxistina FETOyê ne bi tenê di dewleta me de, di heman demê de di dînê me de jî saziyeke paralel ava kiriye. FETO cihê ku jê dest pê kiriye li ku dibe bila bibe, niha cihê ku gihîştiyê va bûye tevgereke fasiq, rêderketî û dijî akaîda ehlî sunetê."
"Divê em rastiyekê pir baş zeft bikin û bizanibin. 911 kîlomêtre sînorekî Sûriyeyê û li vê derê ji bo dewleteke pir cidî pêşxebat tên kirin, ji rojava bigre heta rojhilatê. Heke em îro ji bo vê dengê xwe dernexin, jixwe em dereng man, wê demê ev rêxistin wê li wê derê tahaqqûq bike."
"Em dibînin ku FETO li welatên cuda yên Ewropayê gelekî piştgirî distîne û wir çawa rêxistinî bûne. Dema em ji wan dipirsin bersiva ku didin me ev e; 'îltica kirine'. Çawa îltica kirine, ev xaîn in, ev kujer in, ev niha teqez terorîst in. Biryarên ku dadgehên me der barê van de dane hene. Hewl didin ku hin kesan ji me bixwazin. Qusûrê nenêrin. Ji bo ku hûn xwestekên xwe bistînin divê pêşî hûn daxwaza me bi cî bînin."
"Hewldanên Tirkiyeyê yên der heqê FETOyê da her çiqas hêdî be jî encamên xwe dide. Aniha biryarên mehkûmiyetê jî digihînin wan û wê bên gihandin. Emê helwesta yên li dervayî welat jî çêtir bibînin. Em dizanin, lê îca emê ji aliyê hiqûqa navneteweyî va jî bibînin. Ne li rojhilatê ne jî li rojavayê êdî tu mensûbekî vê rêxistinê wekî berê rihet nîne, wê nebe jî."