08 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
BEXDA
Alîkarê Serokomarê Iraqê Usame en-Nuceyfî da zanîn ku wî ji bo çareseriyên krîzên li Iraqê hewildan da destpêkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa Nuceyfî hat dayîn, "Alîkarê Serokomar û Sekreterê Giştî yê Partiya Yekbûyîyên ji bo Iraqê Usame en-Nuceyfî ji bo çareseriya krîzên li Iraqê û ji bo yekîtî û silametiya welêt di çarçoveya diyalogê da hewla çareseriya neteweyî da destpêkirin."
Hat gotin ku mebesta hewildana navborî wê ji "sînyalên ku dibêjin wê li dijî krîza referanduma Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hêza leşkerî were bikaranîn" dûr bisekine.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Nuceyfî piştî axaftina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê HKIyê Mesût Barzanî, li ser rewşa giştî ya li Iraqê, helwesta xwe ya li dijî referandumê û vîzyona xwe eşkere kir. Nuceyfî diyar kir ku divê ji bo makezagon û yekîtiya Iraqê rêz were nîşandan û ji bo çareseriya krîzan diyalog çêbibe. Pirsgirêk bi tehdît û ambargoyan va nayên çareserkirin. Referanduma li HKIyê jî encama polîtîkayên şaş e."
Li gor daxuyaniyê Nuceyfî ji bo hewildanê ji tu aliyekî fermî teklîf hilnedaye û hat gotin ku Nueceyfî wê "hewildanê bidomîne û wê encama bi Serokwezîr Heyder el Îbadî û hemû rayedarên dewletên yên têkildar û komên siyasî ra guftûgo bike."