Abdullah Tel
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
BEYRUT
Serokomarê Libnanê Mîşel Ewn destnîşan kir, ew wisa difikirin Seed Herîriyê diyar kiribû ku ji wezifeya serokwezîriyê îstifa kiriye li Erebistana Siûdiyê bi darê zorê hatiye girtin.
Ji ser hesabê medyaya civakî yê Serokomarê Libnanê Avn daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Em wisa difikirin ku Herîrî li Erebistana Siûdiyê bi darê zorê hatiye girtin û ev yek li dijî mafên mirovan û Peymana Viyanayê ye."
Hat gotin ku Herîrî 12 roj e venegeriyaye û ew wisa difikirin ku girtî ye.
Li Libnanê hin siyasetmedar û saziyên çapemeniyê wisa îdia dikin ku Herîrî li Riyadê di malekê da hatiye hepiskirin.