Abdullah Tel
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
XUTAYA ROJHILATÊ/ANKARA
Xûtaya Rojhilat ya di bin dagirkeriya rejima Esed da di nav 24 saetên dawîn da herî kêm rastî 300 êrişî hat û 8 jê sivîl herî kêm 16 kes hatin kuştin, ji 100î jî zêdetir kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li Şamê ne ragihandin rejima Esed ji duh êvarê vir va êrişî ser Erbin, Hemmuriye, Medyere, Misraba, Duma, Seqba, Kefer Batna, Merc û Harestaya li ser herêma Xûtaya Rojhilatê ne dike.
Li gor daneyên ji Navenda Medyaya Xûtayê ya bi destê nûçegihanên li herêma Xûtaya Rojhilatê ne ava kirin, hat hildan di 24 saetên dawîn da di ji 50 zêdetir bombebaran û ji 250yî zêdetir jî top bi ser herêman da hatin werkirin.
Hat gotin ku di êrişan da 8 jê sivîl herî kêm 16 kes hatin kuştin û ji 100î zêdetirî jî birîndar bûn.
Xûtaya Rojhilat 5 sal in di bin dorpêça rejima Esed û alîgirên wê da ye û qederê 400 hezar kesên sivîl di nav şert û mercên dijwar da dijîn.