HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî daxuyand ku heke artêşa Iraqê û aliyê din amade bin, ew ê jî piştgiriyê bidin operasyona Mûsilê.
Barzanî Wezîrê Karên Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn li avahiyê fermî ya navçeya Selahaddînê qebûl kir. Hevdîtina wan bêyî çapemeniyê dewam kir û piştî hevdîtinê li ser malpera fermî ya HKIyê daxuyaniyek hat weşandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê ji bo operasyona Mûsilê artêşa Iraqê amadehiyan bike û daxuyaniya Barzanî wiha dewam kir: "Divê ji bo operasyonê amadehiyên hewce dikin bên kirin. Heke hikûmeta Iraqê amade bibe, em ê jî alîkariyê bikin. Em hê bendêne ku artêşa Iraqê amade bibe. Ji bilî vê divê gelê Mûsilê jî amadehiyên xwe bike. Dema ew amade bin çi bikeve li ser stûyê me em ê jî bikin."
Serok Barzanî daxuyand ku gelê kurd xwedî çanda bihevrejiyînê û efûkirinê ye û ew ê tu carî cudahiya mezheban nekin.
Der barê têkoşîna pêşmergeyan a li hember DAEŞê jî Barzanî wiha got: "Pêşmergeyan sira DAEŞê têk bir, nav û dengê wan bin pê kir. DAEŞ ji bo her kesî tehdîtek e. Li hember terorê bi tenê rê û rêbazên leşkerî têrê nakin. Divê çavkaniyên aborî û lojîstîk jî bên birîn. Divê destûr neyê dayîn ku milîtanên DAEŞê rewşa azad a li Ewropayê heye ji bo tevgerên terorîst bi kar bînin."
Ji bo şandina neftê û hevparkirina budçeyê ya di navbera Kurdistanê û hikûmeta navend a Iraqê de jî Barzanî wiha got: "Em girêdayî peymana ku me li hevkiriye ne û em bendêne ku hikûmeta Iraqê li ser soza xwe bisekine. Heke pirsgirêk hebe divê ev bi rêya diyalog û muzakereyê ve bê çareserkirin. Ez bawer dikim ku her du alî jî wê bi axaftinê ve meseleyê çareser bikin."
Wezîrê Karên Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn jî li hember têkoşîna DAEŞê pêşmerge û serkeftina wan pîroz kir.
Asselborn daxuyand ku hikûmeta Kurdistanê alîkariya penaberan dike û li Ewropayê qedr û qîmeta pêşmergeyan heye.
Asselborn wiha axivî: "Em dizanin barê li ser milê pêşmergeyan giran e. Heke pêşmerge nebûya DAEŞ têk nediçû. Ev şer ne bi tenê şerê Kurdistanê ye. Lewra DAEŞ ji bo me hemûyan tehdîtek e. Ji ber vê divê em hemû li hember vê rêxistinê têkoşînê bidin."