31 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
WASHINGTON
Wezareta Parastinê ya Emrîkayê (Pentagon) daxuyand, wan ji PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorî ra çekên piçûk, muhîmmat û wesayit şandin.
Ji berdevkên Pentagonê Adrian Rankine Galloway daxuyanî da Ajansa Anadoluyê û wiha got: "Ez piştrast dikim ku me îro ji kurdên Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ra çekên piçûk, muhîmmat û wesayit sewq kirin."
Serdar Galloway nexwest ku li ser tîpa çek, muhîmmat û wesayitan û mêjera wan agahiyê bide.
Serokê Emrîkayê Donald Trump di serê vê mehê da telîmat dabû Pentagonê ku ji bo operasyona Reqayê ji PYD/PKKê ra çek û ekîpman bişîne.
Pentagonê berî niha daxuyanî dabû ku çek û ekîpman ji çekên piçûk, wesayitên bizirx û bombebarkirî û desta ragihandin û lojîstîk pêk tên.