09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2019
Hat ragihandin Nasir Turê endamê PKKya rêxistina terorê ku Tirkiyeyê ji bo wî bi destê Înterpolê bultena sor derxistibû li Spanyayê hat qefaltin.
Hat diyarkirin ku Tur tevlî jina xwe li Granadaya bajarê Spanyayê hatibû tetîlê û der barê wî da jî biryara lêgerîn û qefaltinê hebû û li ser vê yekê operasyon hat kirin.
Di nûçeyên çapemeniya Spanyayê da hat gotin ku Turê 57 salî tevlî jina xwe roja duşemiyê hat bajarê Granadayê û li otêlekê bi cih bû ji ber ku der barê wî da biryara qefaltinê hebû polêsan girt ser otêlê û ew binçav kirin.
Ji hêla din va hat gotin ku li otêla endamê PKKyê lê dima wê di demeke kurt da Serokwezîrê Spanyayê û pêşengê Partiya Karkerên Sosyalîst (PSOE) Pedro Sanchez jî mitîngek li dar bixista û ji ber vê jî polês bi lez û bez tevgeriyan.
Endamê PKKyê Nasir Turê ku polêsan ew qefalt sewqî Dadgeha Neteweyî ya li Madrîdê ye hat kirin.
Li gor rê û rêzikên qanûnî piştî teblîxata fermî ya Dadgeha Neteweyî ya ji bo qefaltina Tur divê Tirkiye ewraqên îadekirina vî kesî di nav 40 rojî da teslîmî meqamên Spanyayê yên bi meseleyê ra eleqedar in, bike.