09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Amerîka divê tu carî li Rojhilata Navîn nebûya. Trump got ku 50 eskerên xwe yên li herêmê vekişandine.
Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê vekişandina eskerên xwe yên ji sînorê Sûriyeyê parvekirinek kir û wiha got:
"Li navbera hin koman ev sedsal e pevçûn hene û dewam dikin. Amerîka divê tu carî li Rojhilata Navîn nebûya. Me 50 eskerên xwe yên li herêmê vekişandin. Li wir şervanên DEAŞê hene û Ewropa vegera wan red dike. Divê berpirsyariya şervanên DEAŞê Tirkiye hilde ser xwe. Êdî ji bo me ev şerê biaqil diqede."
Serokê Amerîkayê Trump duh jî daxuyanî dabû û gotibû Erdoganê Serokomarê Tirkiyeyê wê 13yê mijdarê Amerîkayê ziyaret bike.