10 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
ANKARA
Siyamend Hacoyê Berpirsiyarê Têkiliyên Derva yê Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ya ji kurdên mixalif ên li Sûriyeyê pêk tê, destnîşan kir di serdana ewil a li DYAyê da bi rayedarên payebilind ra xeberdane û got me qala zilm û tundiya PYD/PKKya rêxistina terorê kir.
Haco der heqê serdana ENKSyê ya hefteya borî cara ewil li DYAyê kir da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Siyamend Haco destnîşan kir civînên herî girîng li Qesra Sipî li maseyên Iraq, Îran, Sûriye û Libnanê yên yekeya Ewlehiya Neteweyî hatin kirin û got em bi Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê Dijî DEAŞê yê Donald Trumpê Serokê DYAyê ra civiyan û wiha dewam kir: "McGurk gelek caran çû Rojavayê. Li wir hevdîtin kirin. McGurk piştgiriyê dide PYD û siyaseta wê. Nêzî wan e."
Haco destnîşan kir bi David Mckensê ji Komîteya Têkiliyên Derva ya Kongreya DYAyê ra xeberdane û got em bi gelek saziyan ra civiyan û wiha dewam kir: "Di hevdîtinên bi rayedarên DYAyê ra me mijara pêşmergeyên ji Sûriyeyê anî rojevê. Bi hezaran pêşmergeyên me yên li Herêma Kurdistana Iraqê hatine perwerdekirin hene. Ev pêşmerge tevlî operasyonên li Mûsil, Şengal û herêmên din bûn û li dijî DEAŞê şer kirin. Di têkoşîna dijî terorê da xwedîtecrube ne. Vê gavê 5 hezar û 300 pêşmergeyên ji Sûriyeyê amade ne. Mijara di rojeva me da ew e ku vegerin welatê xwe û herêma xwe ji DEAŞê paqij bikin. Me ji DYAyê daxwaz kir serî deyne ser PYDyê ji bo pêşmergeyên me vegerin Sûriyeyê. Gelek caran PYD û YPGyê di daxuyaniyên xwe da gotin heger pêşmerge derbas bibin em ê bi wan ra şer bikin. Em bi rayedaran ra li ser vê axivîn."
Haco diyar kir ku DYAyê der barê vegerîna pêşmergeyan da heq da wan û got, "Ji me ra gotin çaxa ku pêşmerge vegerin, dibe ku di navbera PYD û ENKSê da pevçûnên çekdarî derkevin ji ber jî di nav fikaran da ne. Bi taybetî rayedarên DYAyê yên xwedîsoz ji vî alî va li meseleyê mêze dikin. Îdia dikin ku YPG bi pêşmergeyan ra têkeve pevçûnan ew ê di têkoşîna dijî DEAŞê da zeyîf bikeve."
Haco got ku projeyên xwe yên der barê siberoja Sûriyeyê da bi wan ra pare vekirine û wiha axivî: "Me bi tenê ne rewşa kurdan, lê ya ereb û tirkmenan jî anî rojevê. Di navbera federalîzma ku behsa wê dikin û ya ku PYD behsa wê dike da ferqeke mezin heye. Me ev ji rayedarên DYAyê ra got. PYD federasyoneke dîktatoryel a di nav xwe da dixwaze. Federasyona ku em dixwazin jî ya demokratîk, pirrengî û tevkar e."
- "PKK û PYD heman tişt in"
Hacoyê berpirsiyarê têkiliyên derva yê ENKSê got, "PKK û PYD heman rêxistin in. PYD û PKK astenga herî mezin a li pêşiya îstiqrara herêmê ne.
Haco got ku ew dixwazin Tirkiyeyê re têkiliyên baş daynin û wiha axivî:
"Em naxwazin li dijî Tirkiyeyê tu dijminayî bê kirin. Sînorekî dirêj di navbera me û Tirkiyeyê de heye û ji ber vê lazim e em bi Tirkiyeyê re bibin dost. PYD pirsgirêk e û navbera wan û Tirkiyê ne baş e. Tirkiye PYDyê tu carî qebûl nake. Li Şengalê êrîş li me kirin. Rêveberiya Herêma Kurdistanê dixwaze ew ji wê derê derkevin. Ew niha ji bo Îran û rêjima Sûriyeyê dixebitin. Ji ber polîtikayên PYD heta niha milyonek insanê kurd yên Sûriyeyê mecbûr man ciyên xwe terikandin. Ji bo aramiyê lazim e PYD ji wê derê derbikeve. PYDyê 35 kesên ku şibiya wan nafikirin kuştin. Televizyonên şibiya Rûdaw û Orientê nikarin wê derê bixebitin. Lazim e em van tiştan eşkere bibêjin. Van tiştan DYA jî dizane lê tiştekî nake."