Hat ragihandin ku li Sûriyeyê koma muxalif Feylek er-Rahman (Kolordiya Er-Rahmanê) li herêma Cobarê hin cihên girîng ên ku di destê rejimê de bûn bi dest xist.
Di daxuyaniya Feylek er-Rahmanê de hat gotin ku li herêma Cobarê ya nêzîkî paytextê operasyonek hat kirin. Di operasyonê de gelek cihên stratejîk ên ku di destê rejimê de bûn hatin bidestxistin.
Hat gotin ku pevçûnên di navbera muxalifan û hêzên rejimê dewam dikin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di fabrîqeya ku hêzên Esed tê de bûn bombe hatin teqandin. Di teqînê de bi dehan leşkerên rejimê û milîsên Şebbihayê mirin. Li Cobarê gelek avahiyên ku wek baregeh dihatin xebitandin hatin bidestxistin."