İbrahim Atmaca
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
ADIYAMAN
Li Samsata navçeya Adiyemanê bi mezinahiya 5,1ê erdhej çêbû.
Li gor agahiya ku li ser malpera înternetê ya fermî ya Serokatiya Rewşa Afet û Acilê ya Serokwezîriyê (AFAD) cih girt, di saet 03.34an da li Samsatê bi mezinahiya 5,1ê erdhej çêbû. Hat tesbîtkirin ku erdhej 7 kîlomêtre di bin erdê da çêbûye.
Piştî erdhejê di nav saetekê da 8 erdhejên ku mezinahiya wan di navbera 1,4 û 2,7an da ye, çêbûn.
Piştî erdhejê hin avahiyên navenda navçeyê û gundan xesar dîtin. Ekîbên ambulansan midaxaleyî hin welatiyên ku di erdhejê da tirsiyan, kirin.
Qaymeqamê Samsatê Sedat Sezik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Adiyeman jî di nav da erdhej li Şanliurfa, Gazîantep û Diyarbekirê hat hîskirin û li giştiyê navçeyê fealiyetên lêgerîn û kontrolê dest pê kir, ekîbên AFADê li herêmê dixebitin.
- Piranî kal û pîr 13 kes çûn nexweşxaneyê
Dema ku erd hejiya welatî di xewê da bûn û bi tirs ji xewê rabûn û avahî terikandin.
Piranî jê kal û pîr 13 erdhejzede piştî erdhejê bi ambulansan an jî bi derfetên xwe va çûne nexweşxaneyên Samsat û Adiyemanê.
Rayedaran diyar kir ku mirî tunene, kesên ku hatin nexweşxaneyan jî rewşeke wan a cidî tuneye.
Di vê navberê da ekîbên AFADê li taxa Yavuzselîmê bi makîneyên kar va hin heywanên ku di bin avahiya ku qismekê wê hilweşiya da man, xelas kirin. Hat tesbîtkirin ku çend heywan telef bûne.
AFAD û ekîbên îtfaiyeyê li avahiyên ku di erdhejê da xesar dîtin, xebatê dikin. Hin komele jî dest pê kir û alîkariyê digihînin erdhejzedeyan.
Welatiyên ku di xew da bûn qala dema erdhejê kirin.
Ji erdhejzedeyan Alî Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku erdhejê xesar da kolonên mala bavê wî.
Yilmaz got ku wî erdheja par jî dît û ew di erdhejê da tirsiyan û ew diwazin ku navçeyê bikşînin cihekî din.
Yilmaz got ku dê û bavê wî yê 90 salî di malê da mehsûr mabûn, derî şikênandine û ew xelas kirine.
Ji esnafê navçeyê Mustafa Yakaryilmaz jî got ku ew dema erdhejê şaşo paşo bûn û tirsiyan.
Yakaryilmaz got: "Jixwe piraniya malên me vala bûn, malên din jî derbe hildan. Em par va nakevin malan. Malên ku li ser piyan mabûn, ew jî çûn. Em mexdûr in, lê ji Xwedê hatiye, tiştekî ku em bikin tuneye."
Li navçeya Samsatê di 2yê adara 2017an da bi mezinahiya 5,5an erdhej çêbûbû.
-Waliyê Adiyamanê Nurullah Nacî Kalkanci der barê erdheja li Samsatê ya bi lerza 5,1î da got, "Ji ber erdhejê tu kes birîndar nebû, lê 19 welatiyên me yên ku ji ber tirs û xofê reviyane û li erdê ketine, dest û milê xwe êşandine hene."
Kalkanci piştî lêkolîna li tanga avahiya ku di erhejê da hilşiyabû ya li Taxa Yavuzselîmê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku piştî erdhejê demildest bi hêzên ewlekariyê ra têkilî danîn û li herêmên dibe ku lê pirsgirêk derkevin tevdîr hildan.
Kalkanci bi bîr xist ku par jî li Samsatê erd bi lerza 5,5an hejiya û wiha pê da çû:
"Hûn jî dizanin ku ji ber vê mexdûriyet çêbibûn. Ji vir 15 roj berê me li vê derê xîmê avahiyên erdhejê danîbûn. Di edheja dawîn da qasî ku min dît avahiyên berê derizîbûn an jî saxlem bûn zirareke mezin dîtine. Ji bo ku tu kes mexdûr nebe em ê wekî dewlet çi lazim dike bikin û tevdîrên xwe hildin. Tê dîtin ku li Samsatê mexdûriyetên madî hene. Em ê di demeke kin da van hel bikin, bira tu kes nekeve şikê. Li vê derê goma welatiyekî me tep bûye, 120 miyên wî di binî da mane. Ji wan 7-8 heb hatin xilaskirin. Ji bo ku yên din jî xilas bikin em dixebitin. Zirareke me ya zehf zêde jî tune. Ji ber ku tu kes nemir dilê me rihet e. Em ê ji bo erdhejê hemû tevdîrên xwe hildin, avahiyên saxlem çêbikin û erdhejê ji rojeva xwe derxin."
Kalkanci der barê hejmara birîndaran da jî wiha got: "Ji ber erdhejê tu kes birîndar nebû, lê 19 welatiyên me yên ku ji ber tirs û xofê reviyane û li erdê ketine, dest û milê xwe êşandine hene. Li vê derê dîwar di ser welatiyekê me da hatiye xwarê. Nika li nexweşxaneyê tê dermankirin, şikur ji Xwedê ra rewşa wî di asta xetereyê da nîne. Bi îzna Xwedê ew ê di demeke kin da vegere mala xwe."
Kalkanci destnîşan kir ku ji bo tesbîtkirin û çareserkirina zirar û ziyanê ew ê xebatan bidin destpêkirin, ew ê di gava ewil da ji bo kesên ku malên wan zehf zirar dîtine konan vekin.
Walî Kalkanci diyar kir ku ew ê îro xwendingehan tetîl bikin, li gor rewşa erdhejên dibe ku li pey hev werin jî biryarê bidin ku gelo çend rojan xwendingehan tetîl bikin.