Haydar Şahin
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
PEKÎN
Li başûrê Çînê di barekê da şewat çêbû, di şewatê da 18 kes mirin û 5 kes jî birîndar ketin.
Li gor xebera Şînhuaya ajansa nûçeyan, li Yîngdiya bajaroka Çîngyuena bajarê Guangdonga wîlayeta welêt di bareke karaokeyê da şewat derket. Ekîbên tenduristî, agirkujî û ewlekariyê sewqî dewsa bûyerê kirin.
Ekîbên agirkujiyê di demeke kin da şewat hildan bin kontrola xwe, gihîştin cesedê 18 kesan. 5 kesên ku birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.
Li gor daneyên ewil ên di lêpirsînê da hatin bidestxistin, hat ragihandin ku şewat bi zanatî hatiye derxistin.