ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser têlefonê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mun ra axivî.
Li gor çavkaniyên Serokomariyê Erdogan û Ban-Kî-mun li ser têkoşîna dijî terorê, trajediya koçberî û penaberiyê û li ser zîrweya G-20an ku wê li Antalyayê were kirin, xeber dan.
Ban bal kişand ser bûyerên dawîn ên terorê ku di hefteyên dawîn da diqewimin û destnîşan kir ku di têkoşîna dijî terorê da li gel Tirkiyeyê ne.
Serokomar Erdogan diyar kir ku di serî da PKK û DAEŞ li dijî rêxistinên terorê şer dikin û di warê penaberan da jî diyar kir ku herî zêde Tirkiye barê koçber û penaberan hildide ser milê xwe.