Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser têlefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Iraqê Fûad Masûm re axivî.
Li gorî agahiya ku ji jêderên Serokomariyê hat wergirtin, di axaftinê de mijara têkoşîna li dijî terorê hat gotûbêjkirin. Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Iraqê Masûm ji bo qurbaniyên êrîşên terorê yên dawîn sersaxî dan.
Hat diyarkirin ku Erdogan di axaftinê de bal kişand ku digel DAEŞê PKK jî ji bo herêmê belayek e û wiha got, "Heya PKK li Tirkiyeyê dawî li çalakiyên xwe yên terorê neyne emê têkoşîna xwe ya berfireh ya li dijî wê bidomînin."
Masûm jî destnîşan kir ku berdewamkirina çalakiyên şidetê yên PKKyê dê hem ji bo pêvajoya aşitiyê û hem jî ji bo herêmê tesîreke neyênî bike.
Hat zanîn ku taleba axaftina li ser têlefonê ji aliyê Iraqê hat û axaftinê jî biqasî 30 deqeyî dewam kir.