Tirkiyeyê di çarçoveya madeya 4emîn a Peymana Atlantîka Bakûr de banga civînê li Konseya NATOyê kir.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de wiha hat destnîşankirin, "Piştî êrîş û gefên dawîn ên li dijî ewlekariya me ya neteweyî me li dijî terorîzmê hin tevdîr standin û hin operasyon li dar xistin. Ji bo agahdarkirin û şêwrê, di çarçoveya madeya 4emîn a Peymana Atlantîka Bakûr de Konseya NATOyê ji bo ku hefteya bê bicive ji aliyê me ve hatiye vexwendin."
Hat diyarkirin civîna ku dê di bin serokatiya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg de pêk were dê di 28ê Tîrmehê roja sêşemê bicive.