Ahmet Aydın
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
BRUKSEL
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk, Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker û Boyko Borîsovê Serokwezîrê Bûlgaristanê yê ku Serokê Heyamê yê Konseya YEyê ye re di 26ê adarê de li Varnaya bajarê Bûlgaristanê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re bê bal hev.
Berdevkê Konseya Yekîtiya Ewropayê Preneb Aaman ji ser hesaba xwe nameya ku Tusk û Juncker ji Erdogan re nivîsandine weşand.
Li gor vê dê Juncker, Tusk û ji ber ku welatê wî Serokê Heyamê yê Yekîtiya Ewropayê ye Borîsov dê di 26ê adarê de li Varnayê bi Erdogan re hevdîtinê bikin.
Di nameyê de serokan civîna ku par di 25ê gulanê de di navbera Erdogan, Tusk û Juncker de li Brukselê hat kirin bi bîr xistin, bi bîr xistin ku pişt re jî di mijarên wekî hevkariya aborî, têkoşîna dijî terorê û polîtîkaya derve de hevdîtinên ast bilind kirin.
Di nameyê de cî hat dayîn ku têkiliyên ku Tirkiye bi welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re pêş xistin kêfxweşiyê dide û dan zanîn ku Serokatiya Konseya Yekîtiya Ewropayê mutabiq e ku hevdîtina di navbera serokan de di 26ê adarê de wekî xwarina xebatê bê kirin.
Di nameyê de hat qalkirin ku hevdîtina navborî ji bo diyarkirina berjewendiyên hevpar û ji bo ku li ser geşedanên dawîn ên li Tirkiyeyê bisekinin firsendeke baş e û hat destnîşankirin ku di heman demê de dê xizmet bike ka têkiliyan çawa dikarin ku bêtir pêş bixin.