Elif Orhan
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
EZAZ
Li Gundê Dîkmetaşiya ku li bakurê rojhilayê Efrîna ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û hêzên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de ji PYD/PKKê paqij kir terorîst xebata xendekê dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê bi dest xist xendeka ku PYD/PKKya rêxistina terorê di navbera tekane rêya Gundê Dîkmetaşê û gundê Yazibaga di bin kontrola mixalifan de kolaye, kûrahî û firehiya wê bi qasî 3 metroyan e û 4 kîlometroyan jî dirêj e.

Hat dîtin ku xendek ji Girê Sîrgeyayê ya ku duh ji PYD/PKKê hat paqijkirin heta Çiyayê Burseyayê ya ku hefteya borî ji rêxistina terorê hat paqijkirin dirêj dibe.
Mixalif ji bo ku wesayît bikarin derbas bibin bi makîneyên kar xendeka li ser rêya tekane ya Dîkmetaşê bi axê dagirtin.
Mixalif li rêya gund li mayinan digerin.
Artêşa Tirkiyeyê digel hêzên ASAyê yên ku piştgiriyê didin operasyonan ji serê operasyonê vir ve li 5 bajarokên bin dagirkeriya PYD/PKKê de yek jê navenda bajarokê, 23 gund, 1 mezra û 11 çiyayên stratejîk û gir bi tevahî 36 cî ji rêxistinê xilas kirin.

Cî û war û cihên stratejîk ên ku ji rêxistinên terorê hatin paqijkirin ev in:
"Digel navenda bajarokê Bilbilê gundên Şengal, Zehran, Balî Koy, Kurnî, Hay Oglu, Heftar, Ursa, Bak Ûbasî, Elî Kar, Çiyayê Xuruzê, Çiyayê Darmikê, Çiyayê Kurnî û mezraya Kurdo, li bajaroka Racûyê Çiyayê Eyn Batmanê, gundên Edamanlî, Elî Bekkî, Bilal Koy, Omer Uşagi, Mamel Uşagi, Silêman Xelîl, Satî Şaxî, Alkana û Qirmizî, Girê 915emîn, Girê 740emîn û Girê 1027emîn, li bajaroka Şêx Hedîdê Girê Şêx Hedîd, gundê Qere Mîtlakê û Hec Bîlal, li bajaroka Cînderesê gundê Hemam û Girê Mersîdesê, li bajaroka Şêranê Çiyayê Burseyayê, gundên Qastel Cundo û Dîkmetaşê û Girê Sirgeya."