Nihat Kavşut
13 Gulan 2017•Rojanekirin: 13 Gulan 2017
PEKÎN
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ji bo Foruma Herêm û Rê ya Hevkariyê ya Navneteweyî li Pekîna paytextê Komara Gel a Çînê ye li Four Seasons Hotelê bi Aleksîs Çiprasê Serokwezîrê Yewnanistanê ra civiya.
Çavkaniyên Serokomariyê der barê hevdîtina Erdogan û Çipras da agahî dan.
Hat diyarkirin Serokomar Erdogan li Pekîna paytextê Çînê di hevdîtina bi Çiprasê Serokwezîrê Yewnanistanê da wiha got: "Meseleya 'îadenekirina leşkerên derbekar' di navbera Tirkiye û Yewnanistanê da pirsgirêk e, mayîna derbekaran ya li Yewnanistanê rast nîne, divê di vê mijarê tiştên hewce dikin bên kirin."
Hat ragihandin ku di hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Yewnanistanê Çîpras da meseleya Qibrîsê ya her çiqas heta niha nehatibe asteke baş jî di rojevê da cih girt û ji bo bi rojeveke pozîtîf ev mesele bê helkirin mutabaq pêk hat.