13 Gulan 2017•Rojanekirin: 13 Gulan 2017
KILÎS
Li herêma di bin kontrola PYDya rêxistina terorê da ya li hemberî Kilîsê alaya Rûsya û Sûriyeyê hatine daliqandin û ji hêla hin çekdaran va tên parastin.
Li Efrîna navçeya Heleba ku li hemberî Akçabaglar û Demirişika gundên Kilîsê alaya Rûsya û Sûriyeyê yên hatine daliqandin xuya dikin. Ji dûr va tê dîtin ku li ber herdu alayan jî kesên di destê wan da çek hene nobetê digirin û wesayîtên li serê cîhaza radarê hene jî li wir disekinin.

Ji hêla din va çêkirina dîwarê li ser sînirê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê da dewam dike û hêzên ewlehiyê jî li herêmê tewdîrên berfireh hildan.
Çavkaniyên li herêmê dibêjin ku ew ala bi armanca parastina PYD/YPG ya şaxa PKKya rêxistina terorê a li Sûriyeyê hatine daliqandin.