20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
DOHA
Rêvebiriya Erebistana Siûdî do Deriyê Sînor yê Selwayê yê di navbera Erebistana Siûdî û Qeterê da girt.
Li gor nûçeya televizyona Al Jazeerayê ya Qeterê Midûriyeta Gumrukê ya Wezareta Darayiyê ya Erebistana Siûdî ji bona girtina Deriyê Sînor yê Selwayê biryarname weşand.
Rêvebiriya Erebistana Siûdî piştî qeyrana diplomatîk ya 5ê hezîranê bi Qeterê ra dest pê kir 19ê hezîranê Deriyê Sînor yê Selwayê girtibû, lê meha tebaxê ji bona hecac derbas bibin cardin vekiribû. Deriyê Sînor yê Selwayê ji wê rojê vir va ji bona rewşên însanî vekirî bû.
Rêvebiriya Erebistana Siûdî hê der barê mijarê da daxuyanî nedaye.
5ê hezîranê Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Behreyn û Misrê hemû têkilî û pêwendiyên xwe yên diplomatîk yên bi Qeterê ra qut kiribûn û li herêma Kendavê qeyran derketibû.