Abdullah Tel
24 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
RIYAD
Wezareta Enformasyonê ya Erebistana Siûdî wan îdiayên ku jin jî di nav da gelek aktîvîstên bi kêfî hatine binçavkirin û êşkence li wan tê kirin, derewand.
Wezaretê ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û tê da got: "Ew îdiayên ku Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (HRW) dibêjin li Erebistana Siûdî aktîvîst bi kêfî hatine binçavkirin û rastî êşkenceyê hatine bêbingeh in."
Tê gotin ku li Erebistana Siûdî jin jî di nav da gelek aktîvîstên bi kêfî hatibûn binçavkirin û di dema îfadedayînê da rastî destdirêjî, êşkence û muemeleya xerab hatin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî roja çarşemê di daxuyaniya ku spartibû sê îfadeyan û weşandibû da gotibû ku Erebistana Siûdî ji meha gulanê vir va li wan aktîvîstên der barê wan da tu sûcdariyek tuneye û bi kêfî avêtine Girtîgeha Dhahbanê êşkence û muemeleya xerab li wan dike û wan dide ceyranê.