27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
TUNUS
Serokomar Erdogan: "Li Sûriyeyê ne mumkin e ku em bi Esed re bimeşin. Çima? Çimkî nêzî milyonek welatiyên xwe kuştine. Hûnê bi serokekî wiha re çawa pêşeroja xwe bibînin? Gelê Sûriyeyê ka wê bixwaze serokekî wiha li ser xwe bibîne? Çimkî Esed, ez eşkere bibêjim, terorîstekî ku terora dewletê bi serê gelê xwe de anîye."
Serokomar Erdogan: "(Di têkoşîna dijî terorê da bi Tunisê ra hevkarî ) Di têkoşîna dijî DEAŞê û têkoşînên din da dibê hêzên me yên ewlekariyê di vê mijarê da îstixbaratê bi hev ra pare bikin. Di saya vê parvekirina agahiyan da me hetanî îro bi hezaran terorîst yan şande welatên wan yan jî avête girtîgehê. Bakurê Sûriyeyê bi temamî bûye korîdoreke terorê û teslîm kirin. Niha hêzên koalîsyonê çima li wê derê ne? Rûsya çima li wê derê ye? Em çima li wê derê ne? Hemû sedem ew e ku li Sûriyeyê tu hizûr nîne û bi Esed re jî tu hizûr nayê wê derê."
Erdogan: "Quds ji bo me paytext e, Qudsa Rojhilat. Û me ev îlan kiriye. Em li pişt vê ne, alema îslamê jî li pişt vê ye. Em vê jibîr nekin, li Qudsa dagirkirî gelo niha mimkun e em vê bikin rewacê yan na? Niha Îsraîl xwe bi xwe lê dixe û dilîze. Hûn nikarin rabin tevî deh welatan dinyayê bikişînin bal xwe, ji xwe hûn nikarin jî."
r Erdogan: "Di çarçoveya geşedanên herêmî da di serî da Quds di gelek mijarên rojeva navneteweyî da em (bi Tûnisê ra) wekî hev difikirin. Fikrên hevbeş wekî ku alayên me jî dişibin hev li vir jî yekîtiya me eşkere kir û derxist holê. Xuya ye 'yekala', yanê rewşeke wiha heye. Hêvî dikim ku ev jî şewqa rihê me be ku bide der."
Erdogan: "Ji bo ku Filistîn bi destê hemû dinyayê wek dewlet were naskirin em ê bi hevra xebatan bimeşînin. Di vê mijarê da helwesta dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê zehf girîng e."