ANKARA
Serokomar Erdogan: "Heta ku rêxistina terorê ji bo me tehdîdek be ew ê tekoşîna me ya dijî terorê dewam bike."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, beşdarî merasima bi minasebeta dayîna madalyeya rûmetê ya dewletê ya ji bo Orgeneral Necdet Ozelê sererkaniyê hat lidarxistin, bû.
Serokomar Erdogan: "Heta ku rêxistina terorê ji bo me tehdîdek be ew ê berxwedana me ya dijî terorê dewam bike. Heta ku ew çekên ku berê wan didin dewlet û miletê me, nekin binê erdê, li vir dixwazim balê bikşînin ser tiştekî 'ez nabêjim bê dengkirin an jî neteqandina çekan, dibêjim binerdkirina çekan' ez vê bi israr dubare dikim. Heta betonê nerijînin ser wan çekan, heta li ser rûyê erdê terorîstek jî hebe dê berxwedana me ya dijî terorê bidome."
Serokomar Erdogan got "Em zanin ku di operasyonên ku li welêt û derveyî welêt hatin kirin de, rêxistina terorê zirareke mezin dît."
-Navbera rêxistinên terorê de ferq tuneye
Erdogan got ku nav, armanc, daxwaza wan çi dibe bila bibe; ji bo me rêxistina terorê her dem rêxistina terorê ye û wiha pê de çû: "Bi heman awayî me dijî DAÎŞa rêxistina terorê ku ji bo ewlehiya me tedîdek e, jî operasyon kirin. Ji bo me di navbera rêxistinên terorê de ferq tuneye. Nav, armanc, daxwaza wan çi dibe bila bibe; ji bo me rêxistina terorê her dem rêxistina terorê ye. Em li dijî hemûyan têdikoşin û ew ê têkoşîna me ya dijî wan berdewam bike."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di vê meha borî de me fêm kir ku li welatê me kî demokrasîxwaz e, kî azadiyê dixwaze û kî jî van têgehan îstismar dike.