Haydar Şahin
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
QUDIS
Hat ragihandin ku eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî 14 welatiyên Filistînê binçav kirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku di operasyonên bişev li hin herêmên Şerîeya Rojava hatin kirin da bi îdiaya "tevlîbûna çalakiyên terorê" va 14 welatiyên Filistînê hatin binçavkirin.
Hêzên Îsraîlê her tim diavêjin ser malên li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava ya dagirkirî, bi hin îdiayan va welatiyên Filistînê binçav dikin.
Di girtîgehên Îsraîlê da 300ê wan zarok kêmzêde 7 hezar welatiyên Filistînê hene.