Önder Beyter
04 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
XEZE
Hat ragihandin ku eskerên Îsraîlê li başûrê Xezeyê gule berdan Filistîniyekê tê îdiakirin ku hewl daye ji sînor derbas bibe. Hat diyarkirin ku Filistînî bi vê guleyê şehîd bû.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, eskerên Îsraîlê li Xan Yûnisê li nêzîkî sînorê rojhilatê yê bajarokê Huzayê gule berdan komek ciwanên Filistînî yên ku tê îdiakirin hewl dane ji sînor derbas bibin. Di êrîşê da ciwanekî Filistînî şehîd bû.
Berdevkê Artêşa Îsrîalê Avichay Adraee jî di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku rê li du Filistîniyên ku di destê wan da bivir hebûye û xwestine ji sînor derbas bibin, hatiye birîn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku eskeran gule agir kirine û di encamê da Filistîniyek hatiye kuştin.