Esat Fırat
23 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2021
Li bajarê Ramallahê yê Şerîeya Rojava ya dagirkirî, Filistîniyê ku di wesayîta eskerên Îsraîlê gule berdanê da bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê, mir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Filistînê da hat diyarkirin, li herêma El-Bîreh a Ramallahê Mihemed Îsa Ebbasê 26 salî yê Filistînî yê ku eskerên Îsraîlê ji piştê va gule berdanê, rakirin Navenda Tibê ya Filistînê ya li Ramallahê lêbelê digel midaxeleyê nehat xilaskirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê, eskerên Îsraîlê li herêma El-Bîrehê avêtin ser Kampa Penaberan a El-Emariyê.
Di nûçeyê da hat diyarkirin, di dema biserdagirtinê da eskeran gule berdan wesayîta ku diçû, Ebasê ku bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê lê li wir jiyana xwe ji dest da.