Bekir Aydoğan
23 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2021
Hat ragihandin ku li Dihoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê 5 kes ji ber dûyê sobeyê fetisîn.
Li gor nûçeya "Kurdistan 24"ê Midûriyeta Polêsan a Akreyê der barê bûyerê da daxuyanî weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gundê Kupkî ya ser Akreya navçeya Dihokê 5 kes ji ber dûyê sobeyê mirin.
Hat gotin ku ji ber dûyê sobeyê dayikek û 4 zarokên wê mirine.