Haydar Şahin
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2018
TULQERM
Eskerên Îsraîlê avêtin ser Tûlkerma bajaroka Şerîeya Rojavaya dagirkirî, welatiyek Filistînê di êrîşê da ji serê xwe birîndar bû û şehîd ket.
Li gor agahiyên şahidên bûyerê dan, eskerên Îsraîlê ber destê sibê avêt ser taxa li rojavayê Tûlkermê, bi xaza rondikrêj, fîşengên plastîk û yên rastî va midaxeleyî welatiyên FIlistînê yên ku bertek nîşan dan, kirin.
Çavkaniyên tenduristiyê diyar kir ku Mihemed Husam Habaliyê 18 salî bi fîşenga rastî ji serê xwe birîndar bû û dema anîn nexweşxaneyê şehîd ket.
Eskerên Îsraîlê gelek caran bi hinceta kesên lê digerin operasyonan dibin ser bajarokên Filistînê.