Önder Beyter
03 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
TORONTO
Dezgeha fermî ya weşanê ya Kanadayê CBCyê, ligel ku di nava lîsteya rêxistinên terorê ya welêt da ye, nûçeya ku pesnê terorîstên jin ên PKKyî dide, da.
CBCyê nûçeya pêşangeha bi navê "Rojek" ku ji 20 wêneyên wênegir û derhêner Zaynê Akyol ku bi eslê xwe Kurd e û li bajarê Montreal ê Kanadayê dijî pêk tê û qala jiyana terorîstên jin ên PKKyî ya li Çiyayê Qendîlê dike û herwiha li Galeriya Espace Mile Endê di 22yê mijdarê da vebû, çêkir.
Di nûçeya ku bi sernavê "Şervanên jin ên Kurdistanê ji bo xelkê Montrealê bangên aferîner dikin" hat weşandin da, ji bo pêşangeha Akyolê tê gotin, ji bo ku wêneyên "jidil" bikişîne, bi rojan li Qendîlê ligel jinên mensûbên rêxistina terorê maye. Herwiha ji bo PKKyê jî pênaseya "Komeke neqanûnî ya serhildêr e ku şer dike da ku li rojhilatê Tirkiyeyê dewleteke serbixwe ava bike" hat kirin û herwiha wekî komeke wisa hat nîşandan ku li herêmê bi DEAŞê ra şer dike.
Di nûçeyê da herwiha behsa fîlma "Gulistan" a ku Akyolê berê nivîsîbû û bi rê va biribû jî hat kirin û hat destnîşankirin ku Kanada, PKKyê wekî rêxistineke terorîst qebûl dike.
- "Kanada dibê destûrê nede"
Balyozê Tirkiyeyê li Ottawayê Selçuk Unal di nirxandina xwe ya mijarê ya ji bo nûçegihanê AAyê da got ku piştî fîlma Akyolê ya ku pesnê teror û rêxistina terorê dide, wan teşebusên pêwîst kirin.
Balyoz Unal wiha xeberda:
"Berî nîşandanê û piştî nîşandana fîlma navborî, çi balyozxaneya me çi konsûlxaneyên me serî li meqamên federal û herêmî dan. Me destnîşan kiribû ku fîlm propagandaya rêxistineke wiha dike ku hem Tirkiye û hem jî Kanada wekî rêxistineke terorê qebûl dike. Me diyar kiribû, kesa ku ev fîlm kişand, bi PKKyê û hevalbendên wê ra peywendiyê datîne û hevdîtinan dike. Der heqê vê pêşangehê da jî em teşebusên pêwîst dikin. Kanada divê destûrê nede ku bi destê dezgeha fermî ya weşanê propagandaya PKKya ku kiriye lîsteya rêxistinên terorê, were kirin."
- PKK li Kanadayê di lîsteya rêxistinên terorê da ye
PKK ji 10ê Berfanbara 2002yan vir va di lîsteya fermî ya rêxistinên terorê ya Wezareta Ewlekariya Qamûyê ya Kanadayê da ye.