QÛDUS
Eskerên Îsraîlê, zarokê 5 salî yê Filistînî bin çav kir.
Di dîmenên ku li ser malpera 'Navenda Agahiyê ya Mafên Mirovên ya Axên ku Îsraîlê dagir kiriye (B'Tselem) hatin weşandin de, tê dîtin ku eskerên Îsraîlê, li El Xelîla Şerîaya Rojavayê, zarokê bi navê Wedî Musewideyê 5 salî bi hinceta ku li nêzî mizgefta Hz. Îbrahîm kevir avêtiye wan, bin çav dikin.
Tê dîtin ku eskerên Îsraîlî gefan li zarokê Filistînî û bavê wî dixwin, bav û kurê wî dixin cîba eskerî û dibin.
B'Tselemê ev bûyêr weke bûyereke xetere bi nav kir û xwest ku der barê bûyerê de lêpirsîn bê vekirin.
B'Tselem di sala 1989an de ji aliyê parêzer, rojnamevan û akademîsyenên îsraîlî ve hatiye avakirin. Ev saziya sivîl binpêkirina mavên mirovan ya li ser 'axên ku hatine dagirkirin' qeyd dike û bi rayagiştî ya Îsraîlê re par ve dike.