19 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
ISTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê êrîşa dijî Serbalyozê Tirkiyê yê Rûsyayê Andrey Karlov de got: "Em zanin ku ev provokasyonekî li dijî normalîzebûna têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê bû; lê vîna Komara Tirkiyeyê û rêvebiriya Rûsyayê heye ku nekeve evan defik û provokasyonan."
Serokomar Erdogan wiha dewam kir:
"Di hevdîtina ku me îşev kir de (Pûtîn), bi taybetî em li ser mijara têkoşîna dijî terorê ya navneteweyî sekinîn û me li hev kir ku wê piştî vê pêvajoyê hevkariya me xurttir be."
-Em bûyerê ji nêz ve dişopînin
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji destpêka bûyerê vir va geşedanan yek bi yek dişopîne û got:
"Ji destpêka bûyerê vir ve ez, Wezîrê me yê Karên Navxweyî, Wezîrê me yê Tenduristiyê û hemî hevalên eleqedar geşedanan ji nêz ve dişopînin. Di vê pêvajoyê de cardin dixwazim ku li ser navê xwe, li ser navê milatê xwe sersaxiyê bidin Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Birêz Pûtîn. Bi taybetî dixwazim cardin sersaxiyê bidim gelê Rûsyayê."
Serokomar Erdogan: "Wekî ku îşev me digel Birêz Pûtîn li ser bi hev du kir, em ê evê gavê biavêjin, em ê komîsyona lêpirsînê ya hevpar ava bikin. Jixwe niha di serî de li balyozxaneyên Rûsyayê, serbalyozxaneyan tevdîrên ewlehiyê xurttir kirin.
Di hevdîtina ku me îşev kir de (Pûtîn), bi taybetî em li ser mijara têkoşîna dijî terorê ya navneteweyî sekinîn û me li hev kir ku wê piştî vê pêvajoyê hevkariya me xurttir be."
-"Bila serê Tirkiye-Rûsyayê sax be"
Serokomar Erdogan: "Têkiliyên me yên bi Rûsyayê re ji bo me, ji bo herêmê zehf girîng in. Ez bangî ewan kesên ji bo xirabkirina têkliyên me hewldidin dikim; hûnê tu carî negihîjin wan bendewariyên xwe. Hûn bayê boşê sekinîne, hûnê bayê boşê bisekinin. Me îşev jî bi biryarî hevkariya xwe nîşan da. Em ê vê bi biryarî bidomînin.
Ji destpêka bûyerê vir ve ez, Wezîrê me yê Karên Navxweyî, Wezîrê me yê Tenduristiyê û hemî hevalên eleqedar geşedanan ji nêz ve dişopînin. Di vê pêvajoyê de cardin dixwazim ku li ser navê xwe, li ser navê milatê xwe sersaxiyê bidin Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Birêz Pûtîn. Bi taybetî dixwazim cardin sersaxiyê bidim gelê Rûsyayê."