MARDÎN
Midûrê Karên Civakî û Çandê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê Ahmet Kulekçî formaya Trabzonsporê ya ku li ser wê Ahmet Turk hatiye nivîsandin û nimreya wê jî 61 yek e diyarî Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk kir.
Kulekçî bi armanca piştevaniya Behra Reş û gelê herêmê Mêrdîn ziyaret kir û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li meqamê wî ziyaret kir.
Di ziyaretê da li ser xeberên ku di çapemeniyê da tên weşandin û dibin sedema xeletfehmkirina hevdu axivîn û gotin ku ji bo serastkirina vê nêrînê divê ziyaretên wiha bên kirin. Piştî ziyaretê Kulekçî formaya Trabzonsporê ya ku li ser wê Ahmet Turk hatiye nivîsandin û nimreya wê jî 61 yek e diyarî Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk kir.