HEWLÊR
Serokomarê Iraqê Fûat Masûm diyar kir ku rêxistina terorê DÎŞI û rêvebirên Baasê bi hev du re tevdigerin.
Serokomar Masûm beşdarî Forûma "Di Guherîna Rojhilata Navîn de Rola Aştî û Diyalogan" a li otêleke Hewlêrê hat lidarxistin bû û li vir axivî. Masûm got ku DÎŞIyê zirareke mezin daye herêmê.
Masûm destnîşan kir ku hemû dinya bi zilma rêxistina terorê ya DÎŞIyê ya li ser herêmê zane û wiha dewam kir: "DÎŞI ji ber zêhniyeta rejima Baasê derket holê. Wekî ku hûn jî dibînin hin rêvebirên Baasê yên ku berê di zindanên Amerîkayê de man niha piştgiriyê didin DÎŞIyê. Haya we ji tehrîbata ku li herêma Şam û Iraqê pêk hat heye. Hemû dinyayê dît ku çawa êrîş birin ser suniyan û êzdiyên li Şengalê."
Masûm bal kişand li ser şer û pevçûnên li Iraqê pêk tên û wiha dewam kir: "Em dikarin bibêjimn ku şerê mezhebî yê li welatê me diqewime gihiştiye astekê. Lê li Iraqê aştî bi hewldana kesek û du kesan pêk nayê. Pêdivî bi sîstemek heye. Mixabin hin siyasetmedar, bi taybetî di serdema hilbijartinan de, zimanekî li dijî cudahiyên mezhebî bikar tînin."
Ez li vir bangî hemûyan dikim bila "Ji gelên dinyayê ji xwe re mînakan bigrin" û wiha pê de çû:
"Mînak Îrlanda û Afrîkaya Başûr pirsgirêkên xwe bi rêya diyalog û mizakereyan çareser kir. Bi rastî hewce nîne em ji herêmê ewqas dûr bikevin. Ji bo vê em dikarin li Kurdistanê mêze bikin. Berî serhildanê nêzî nîv milyon însan bi çek bûn û vana piştgirî dida desthilatdariya berê. Lê Herêma Kurdistanê ji bo wan kesan projeya aştiyê îlan kir. Bandora vê projeyê zehf zêde bû. Tu alozî û anarşî nema. Niha em hemû Herêma Kurdistanê dibînin ku herêm gihiştiye astekê çiqas baş."