HEWLÊR
Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Aştî Hawramî got ku têkiliyên di navbera Tirkiye û hikûmeta herêmê de stratejîk in.
Hawramî wiha dewam kir: "Têkiliyên me yên aborî yên bi Tirkiyeyê re stratejîk in. Em li gor xebatên di qada aboriyê de tevdigerin. Bandora vê li ser bazirganiya me ya herêmê, ji para me ya ji butçeya giştî ya Iraqê, bi sedan qatan zêdetir e."
Hawramî beşdarî Forûma "Di Guherîna Rojhilata Navîn de Rola Aştî û Diyalogan" a li otêleke Hewlêrê hat lidarxistin bû û li vir axivî. Hawramî li vir him derbarê têkiliyên bi Tirkiyeyê re him jî derbarê nefta ku bi xeta boriyê sewqî bazara dinyayê tê kirin de, agahî dan.
Hawramî got ku gelek şirketên neftê li Herêma Kurdistanê dixebitin û wiha berdewam kir: "Li herêma me zêdetirî 50 şîrketên neftê dixebitin. Ji van şirketan 3 şirket yên mezin ên ku veberhênanê dikinin. Heta niha li Herêma Kurdistanê di qada neft û xaza sirûştî de zêdetirî 20 milyar dolarî hat razandin."
Hawramî derheqê nefta ku di ser Tirkiyeyê re difroşin bazara dinyayê de agahî dan û wiha pê de çû: "Heta niha me 20 milyon warîlî neft şand. Me pereyê nefta ku bi 26 keştiyan firot sitand. Ji bo nefta me teleb zêde ye. Di rojên bê de armanca me ew e ku em zêdetir neftê hilberînin. Nefta ku em ê rojane îxrac bikin dê di meha kanûnê de bigihîje 400- 450 hezar warîlî."
Hawramî wiha dewam kir:
"Daxwaza me ew e ku em xebatên xwe yên bi dewlemendiya me ya xwezayî re eleqeder, xwe bi xwe birêve bibin. Nefta ku Herêma Kurdistanê dişîne ji sedî 16an zêde bû. Armanca me ewe ku bi firotina vê neftê dahateke me ya xweser çêbe. Lê belê hê jî mimkun e ku em bi Bexdayê re li hev bikin. Em dixwazin federalîzm bi hêz bibe. Lê em naxwazin bibêjin ku, em dixwazin ji herêmê veqetin. Lê belê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê divê em bibin yek."
Hawramî got ku komîsyon û lijneyên ji bo neft û xaza sirûştî digel rêvebiriya Bexdayê ava kirin têk çûn û wiha pê de çû: "Heke rewş wiha dewam bike dê barê li ser milên Herêma Kurdistanê girantir bibe. Kurdistan li bendê ye ku Iraq para HKIyê ya ji butçeyê ya ji sedî 17an bişîne. Em razî nînin ku ev rêje dakeve 10, 11 an jî 12an. Lewra parlemento, aliyên me yên siyasî û wezîrên me jî hene. Em dikarin li hev rûnên û li ser mijarê muzakereyan bikin."