Elif Irmak
11 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2020
PARÎS
Fotonûçegihanê Ajansa Anadoluyê (AA) Dursun Aydemir di xwepêşandanên protestoya reforma teqawidiyê ya li Parîsa paytextê Fransayê ji ber ku qalikê xaza ku polêsan avêt li lingê wê ket, birîndar bû.
Fotonûçegihan Aydemirê ku çalakiyê ji nêz va dişopand dora Gara Lyonê ya li Parîsê ji ber ku qalikê xaza ku polêsan avêt li lingê wî yê çepê ket birîndar bû. Peywirdarên tenduristiyê yên li cihê bûyerê midaxaleya ewil a ji bo Aydemir kirin.
Îro di serî da paytextê Parîs li tevahiya welêt dijî reforma teqawîdiyê ya birêvebiriya Serokomar Emmanuel Macron xwepêşandan hatin lidarxistin.
Di çalakiya li Parîsê da car caran di navbera xwepêşandêr û polêsan da xirecir derket. Polêsan bi xaza îsotê midaxaleyî xwepêşandêran kir.
- Fotonûçegihanê AAyê Mustafa Yalçin jî bi bombeya plastîk a polêsan birîndar bibû
Fotonûçegihanê AAyê yê Parîsê Mustafa Yalçin jî di 5ê kanûna pêşîn da dema ku xwepêşandanên protestoya reforma teqawîdiyê yên li Parîsê dişopand ji çavê xwe birîndar bibû. Li gor şahidan Yalçin dema hewl dida ku wêneyên bûyerên şîdetê yên li Bûlwara Magentayê ya nêzî Meydana Republîqueyê bikêşe bombeya plastîk a ku polêsan emiland maskeya wî teqandibû û îsabetî çavê wî kirbû û birîndar bibû. Yalçin ji çavê xwe emeliyat bibû. Tedawiya Yalçin dewam dike û hatibû ragihandin ku xetereya nedîtina çavê Yalçin heye.