Serokwezîr Jean Marc Ayraûlt diyar kir ku dê Serokomar Françoîs Hollande vê mijarê li gor girîngiya wê dê di civîna YEyê de bîne rojevê.
Rojnameya Le Mondeyê ragihandibû ku sîxurên Amerîkî tenê di 10ê çiriya pêşîna 2013an de li Fransayê 70,3 milyon axaftinên têlefonan qeyd kiribûn.
Piştî nûçeya Le Mondeyê Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Manuel Valls diyar kiribû ku dê ji DYAyê li ser vê mijarê agahiyê bixwazin. Di heman saetê de Fransayê Balyozê Parîsê yê DYAyê Charles Rîvkîn ji bo der barê van îdiayan de agahiyê bide vexwendibû Wezareta Karên Derve.