Fatma Esma Arslan
10 Tebax 2023•Rojanekirin: 11 Tebax 2023
Fransa bi hinceta "darbeya li Nîjerê û zêdebûna rageşiyê ya li herêmê" vîzeya ku dida welatiyên Burkîna Fasoyê da sekinandin.
Ji ser malpera înternetê ya Capagoya şirketa navbeynkar a ku li Burkîna Fasoyê serlêdanên vîzeya Fransayê qebûl dike daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Wezareta Karên Derva ya Fransayê, Burkîna Fasoyê wek herêma sor îlan kir û ji ber vê jî heta emrekî din Fransa vîzeyê nade.
Hat gotin ku navenda bangewaziyê girtî ye û ji bo vîzeyê jî serlêdan nayên qebûlkirin.
Wezareta Karên Derva ya Fransayê di 7ê Tebaxê da ji bo Malî û Burkîna Fasoyê ji ber ku piştgirî dabûn darbeya li Nîjerê daxuyanî da û ji bo ger û geşta li her sê welatan hişyarî weşand.
Maliyê jî piştî hişyariya ger û geştê ya Fransayê ragihand ku heta emrekî duyemîn wê vîze nede welatiyên Fransayê.