Esra Taşkın
03 Îlon 2023•Rojanekirin: 04 Îlon 2023
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu daxuyand ku welatê wî hevkariya xwe ya eskerî ya bi Gabonê ra da rawestandin.
Lecornu daxuyanî da rojnameya Le Figaroyê û behsa rewşa li Gabon û Nîjerê kir.
Lecornu got rewşa li Gabon û Nîjerê ji hev cudatir e û anî ziman ku li Nîjerê eskerên "nemeşrû" serokomarekî meşrû ji wezîfeyê hildan, lê li Gabonê eskeran guh nedan qanûna bingehîn û qanûna hilbijartinê.
Lecornu destnîşan kir ku di mijara ewlehiya hilbijartinê da pirs hene û ji ber vê Fransayê hevkariya xwe ya eskerî ya bi Gabonê ra da rawestandin.
Lecornu daxuyand ew bi Serokomarê Nîjerê Mihemed Bazumê ku bi destê eskeran ji wezîfeyê hat dûrxistin ra têkiliya xwe didomînin.
Lecornu got Mihemed Bazum ji hêla demokrasiyê va meşrû ye û ew dixwazin ku li Nîjerê pergala qanûna bingehîn dîsa pêk bê.