İbrahim Atmaca
08 Adar 2018•Rojanekirin: 09 Adar 2018
CENEVRE
Fûara Otomobîlan a Cenevreyê ya 88emîn ku li dinyayê fûara herî girîng û bi prestîj tê qebûlkirin, îro deriyên xwe ji ziyaretvanan ra vekir.
Fûar li Cenevreya bajarê Swîsreyê di Navenda Pêşandanê ya Palexpo hat lidarxistin û nêzî hezaran otomobîl lê hatin pêşandan. Tê payîn ku piranî biyanî 700 hezar kes fûarê ziyaret bike.
Fûarê du rojan berê ji giştiyê cîhanê deriyên xwe ji nêzî 10 hezarî mensûbên çapemeniyê ra vekir. Kesên ku bi otomobîlan ra eleqedar dibin, dikarin ji îro pê va fûarê ziyaret bikin.
DizaynVip û Okçuya fîrmayên Tirk jî beşdarî fûarê bûn û wê wesayîtên luks ên ku sêwirandine pêşkêş bikin.
Di fûarê da otomobîlên modelên nû otomobîlên konsept werin pêşandin û fûar wê heta 18ê adarê ji ziyaretê ra vekirî be.
Di vê fûarê da li dinyayê otomobîlên herî bi lez û herî biha tên pêşandin.