Fatih Gazioğlu
06 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
ÎDLIB
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê hin kampên penaberan ji ber barîna baranê di bin avê de man.
Penaberên ku ji ber êrîşên rejima Esed ji herêmên başûrê Heleb, Hema, Şam û Îdlibê revîbûn û xwe spartibûn kampan vê dorê jî ji ber serma û baranê rojên zor û zehmet derbas dikin.

Ji ber barîna baranê kampa Atmeyê ya ku nêzî 100 hezar kes lê dijî din bin avê de ma. Ji mexdûrên kampê Ebû Salih daxuyaniyek da û got konên wan bi temamî di bin avê de mane û wiha axivî:
"Kingî baran bibare konên me tijî av dibin. Hemû tiştên me ter dibin. Gava ku baran dibare em her dem ji pêr va disekinin ku tiştên me zuha bimînin."

- "Gava baran dibara em ditirsin ku konê li ser me da bê"
Mistefa Takişê 72 salî jî got ew ji ber konan gelekî mexdûr in û wiha axivî: "Rewşa me gelekî xirab e. Konê me çi çaxê baran bibare di bin avê de dimîne. "Gava baran dibara em ditirsin ku konê li ser me da bê. Em ji tirsa nikarin razên."
Li kampên penaberên sûriyeyî ya ku nêzî sînorê Hatayê nêzî 700 hezar kes dimînin.