Nihat Kavşut
06 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Mewlewî Ebdulhamid Îsmaîlzehiyê Îmamê Înê ya Zahîdana bajarê eyaletên Sîstan û Belucistanê ku li Îranê alimekî sunî yê pêşdahatî ye destnîşan kir ku zexta li ser civakê divê li gor dîn û azadiyê bê sistkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa çapemeniyê ya Îsmaîlzehî hat dayîn alimê sunî li ser xwepêşandanên dijî rejima Îranê û bûyeran axivî û wiha got: "Divê rayedarên dewlet û hikûmetê guh bidin daxwaz û giliyên gel. Li gor destûra bingehîn û baweriyê azadiya xeberdanê bidin gel û zexta li ser civakê bê sistkirin."
Îsmaîlzehî destnîşan kir li Sîstan û Belucistanê feqîrî û bêkarî zêde ye û wiha got: "Xelk kar nabîne û bi meseleyên bihabûn û aboriyê ra eleqedar dibe. Divê rayedar van pirsgirêkan bibînin û li cem gel bin û pirsgirêkên wan çareser bikin."
Mewlewî Ebdulhamid Îsmaîlzehî bal kişand ser cudakariya ku li Îranê civaka sunî rûbirû ye û got civaka sunî 40 sal in dixwazin cudakariya dijî wan biqede.
Îsmaîlzehî destnîşan kir li hin bajarên Îranê sunî û şiî bi hev ra dijîn û got li hin bajaran hejmara suniyan zêde ye, lê heta niha amir, qaymeqam û walî ji suniyan nehatine hilbijartin.
Mewlewî Ebdulhamid Îsmaîlzehî diyar kir hin rayedarên li Sîstan û Belucistanê xwedî liyaqat nînin û bi pirsgirêkên gel ra eleqedar nabin.