Eşref Musa
25 Mijdar 2024•Rojanekirin: 26 Mijdar 2024
Li navçeya Til Ebyada ku dikeve herêma Operasyona Kaniya Aştiyê, duh PKK/YPGyê êrîş kir û zarokeke 13 salî kuşt. Gel ji bo bîranîna zarokê û şermezarkirina êrîşê çalakiya protestoyê li dar xist.
Bi dehan sivîl li navenda navçeyê civiyan û dowîzên ku bi Erebî li ser "Bêdengiya civaka navneteweyî HDSyê teşwîqî sûcan dike", "Heta ku operasyon neyê kirin terora PKKyê wê ji holê ranebe", "Destê xayînan digihêje zarokên me" dinivîse, vekirin.
Serokê Meclisa Herêmî ya Til Ebyadê Salih Hec Ebdullah beşdarî protestoyê bû û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku PKK ji roja ku ava bûye û heta niha sivîlan dixe hedef û hebûna xwe wisa domandiye.
Ebdullah wiha got, "Ev rêxistin bi qestî zarokên me dikuje. Ev rêxistina terorê hiqûqa navneteweyî nas nake."
Ebdullah El-Ûsiv jî destnîşan kir, nayê qebûlkirin ku cî û warên sivîlan dixin hedef û êrîşa PKK/YPGya rêxistina terorê bi tundî şermezar kir.
Reşît Hemoyê bavê keçika kuştî jî got ku bombe li ber derê xaniyê wan ket û ji zarokên ku li pêşiya malê dileyîstin yek jê hat kuştin.
PKK/YPGya rêxistina terorê ku li Eynulereba navçeya Helebê bi cî bûye, duh êrîşî gundê Çarix Ebdî yê li rojavayê Til Ebyadê kiribû û di êrîşê da N.R.Hya 10 salî hatibû kuştin.