Önder Beyter
24 Tebax 2020•Rojanekirin: 25 Tebax 2020
Li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevreyê, gera sêyemîn a civînên Komîteya Destûra Sûriyeyê bi cîna ewil da lijneya nivîsandinê ya 45 kesî va dest pê kir.
Endamên "koma piçûk" ku ji nivîsandina destûrê berpirs e û her yek jê ji 15 kesan pêk tê ku ew jî nûnerên rejima Beşar Esed, mixalefeta Sûriyeyê û saziyên civaka sivîl in, piştî navbereke dirêj a bi qasî 9 mehan li Cenevreyê dîsa hatin cem hev.
Nûnerê NYyê yê Taybet ji bo Sûriyeyê Geir O. Pedersen serokatiya rûniştinên roja ewil ên komîteyê ku bi dema Tirkiyeyê di saet 12.00an da dest pê kirin, dike.
Heyet gava hatin Ofîs NYyê li Cenevreyê daxuyanî nedan.
Berdevka Pedersen, Jennifer Fentonê jî ji rojnamegeran ra bi tenê got, "Hemû heyet hatin."
Di çarçoveya hevdîtinên gera sêyemîn a Komîteya Destûrê da ji welatên wekî Tirkiye, Rûsya, Îran û Amerîkayê jî nûner hatin Cenevreyê.
Nûnerê NYyê yê Taybet ji bo Sûriyeyê Pedersen di civîna çapemeniyê ku roja înê li dar xistibû da diyar kiribû ku ew ê ligel nûnerên van welatan jî li Cenevreyê were bal hev.
Tê pêşbînîkirin ku hevdîtin heya roja înê bidomin.