İbrahim Atmaca
24 Tebax 2020•Rojanekirin: 25 Tebax 2020
Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 133 zêde bû û derket 20 hezar û 776an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê di têlevîzyona dewletê da eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da 133 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 245 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya miriyan derket 20 hezar û 776an, jimara pêketiyan jî derket 361 hezar û 150yî.
Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 848 kesan giran e û heta niha 311 hezar û 365 kes jî qenc bûn.
Berdevk Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 3 milyon û 62 hezar û 422 test hatine kirin.
Li Îranê Kovîd-19 cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin.