Haydar Şahin
31 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
WASHINGTON
Wezareta Parastinê ya Emrîkayê diyar kir ku hejmara leşkerên DYAyê yên li Efxanistanê li nêzîkî 11 hezarî ye.
Dana Whîteya Berdevka Wezaretê bi General Kenneth McKenzieyê ji Teşkîlata Piyadeyên Behrê ya DYAyê ra civîna çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivandin.
Kenneth McKenzie der barê hejmara leşkerên DYAyê yên li Efxanistanê da got, "Hejmra leşkerên me yên ku nika li Efxanistanê ne nêzîkî 11 hezarî ye. Di nav vê hejmarê da sererastkirinên ku Wezareta Parastinê ew ê di pêşerojê da bike tunene."
McKenzie diyar kir ku di nav hejmarê da kesên ku ji bo wezîfeyên berwext an jî ji bo guherîna wezîfeyê çûnê Efxanistnaê jî hene.
Whîteya Berdevk jî got hejmara ku hat eşkerekirin nayê wê me'neyê ku hejmara leşkerên li Efxanistanê zêde bûye.
Whîteyê got, "Em der barê hewlên DYAyê yên li Efxanistanê da eşkere û zelal in û hin agahiyên hesas eşkere nakin."