Haydar Şahin
31 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
MEKKE
Nêzîkî 2 milyon misilman ji bo ku heca xwe bikin li axa pîroz in.
Saziya Îstatistîkên Erebistana Siûdiyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku hejmara misilmanên ku ji bo heca xwe bikin hatine axa pîroz gihîşte milyonek û 970 hezarî.

Hat diyarkirin ku ji van namzedên hecîtiyê 123 hezar û 259ê wan welatiyên Erebistana Siûdiyê ne, 94 hezar û 953 biyaniyên ku li welêt dijîn jî ji bo hecê hatine herêma Mekkeyê.